Êrîşî peykerê Ataturk kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Swêregê girêdayî Riha ya bakurê Kurdistanê hevwelatiyek bi nave Mehmet Malbora, di destê xwe dasek êrîşî peykerê Ataturk li navenda bajêr kir.
Malbora di êrîşa xwe ser peyker de bi dengek bilind bang kir: Di Ol a me de pûtperestî nî ne.
Di dema êrîşa bi daxwaza herifandina peykerê de polîsan û serbazan Malbora girtin û birin navenda polîsan a bajêr.