Serokê partiyeke Ermînyayê: Referandûm biryareke rast e
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê berê yê serokê Ermînyayê û Serokê Partiya Demokrat a Ermenyayê Aram Petrosian derbarê birêvebirina referandûmê de ragihand, diviyabû ji demekê ve Kurd xwedî dewleta xwe bana.
Serokê Partiya Demokrat a Ermenyayê ji K24ê re ragihand û got: “Nabe birêvebirina referandûmê bi aramiya navçê ve were girêdan, ji ber ku Kurd xwediyê xaka ne.”
Aram Petrosian got jî: “Divê Kurd ji zû ve xwedî dewleta serbixwe bana. Di baweiya min de birêvebirina referandûmê di dema niha de gaveke rast û durist e, heger hin welat jî dan pê nedin jî, gelê Kurd mafê xwe heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Ji ber wê pêwîst e bo vê yekê jî bixebitin û bidest bixin.”
Gor jî: “Dema li ser wê pirsê tê axaftin, bi 2 binemayên sereke ve tê girêdan, bi aramiya navçê û biryardana li ser mafê çarenivîsî. Ev babeteke nakok e ku referandûmê bi aramiya navçê ve were girîdan/ ji ber ku Kurd li ser xaka xwe dijîn û dixwazin dewleta xwe serbixwe hebe, ji ber çi mafê wan nebe ku biryarê li ser pêşeroja xwe bidin. Ev li gor yasayên navdewletî, pernsîpeke sereke ye.”