Însiyatîfa piştgiriya referandûmê dest bi xebatan dike

 

K24 – Diyarbekir

Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê dest bi rêzeçalakî û xebatan dikin ku hem piştgiriya ji bo referandûmê berfirehtir bikin û hem jî dijberiya li hember referandûmê nermtir bikin.

Partî, rêxistin û rewşenbîrên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê, di 15'ê Tîrmehê de bo piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê komcivînek li dar xistibû. Di encama vê komcivînê de jî Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hat avakirin. Niha ev însiyatîf amadekariyan dike ku li bajarên Bakûrê Kurdistanê û li Enqere û Stenbolê xebatan bimeşîne. Yek ji endamê Însiyatîfê Mesût Tek dibêje; ew ê bi van xebatan rastî û rewatiyê referandûmê bidin nasîn.

Endamê Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Mesûd Tek ji K24ê re wiha axivî: "Em dixwazin dewletên mezin ên cîhanê ku di rojhilatanavîn de bibandor in, bizanin ku xelkê Bakûrê Kurdistanê piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dike. Em dixwazin bidin zanîn ku ka çima Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dibe wesîleya aştiyê."

Yek ji armancên Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ew e ku bi şêwazeke li ser avakirinê pêşî li dijberiya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bigire. Endamê Însiyatîfê Mehmet Emîn Kardaş dibêje; ew ê bi rêya diyalogê û bi helwesteke aştîxwaz behsa referandûmê bikin.

Mehmed Emîn Kardaş jî got: "Partî, rêxistin û kesayetên serbixwe hatin cem hev û însiyatîf ava kirin. Pêwîste ku em aqîlane tevbigerin. Da ku pêvajoya referandûmê rastî neyîniyek newe. Em ê helwest û gotinên xwe li gor vê yekê nîşan bidin."

Însiyatîf, piştî ku li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Enqere û Stenbolê panel û konferansan li dar bixe, amadekariyan dike ku serdana Hewlêrê jî bike û bi Tevgera Goran û Komela Îslamî re jî hevdîtinên bo piştgiriyê pêk bîne.