Tirkiye hêmintirîn axaftin li ser serxwebûna Kurdistanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, îro hêmintirîn helwesta welatê xwe ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand û got: “Di baweriya me de referandûma serxwebûnê bandorê bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û ewlehiyê yên Iraqê nake.”
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji kenaleke Tirkiyê re got: “Di rastiyê de Kurd xwedî herêmeke federal û parlemento ne û hilbijartinên xwe dikin, ji ber wê divê jîngeheke libartir ji bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de were dîtin.”
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê cuda ji helwesta berê ya welatê xwe axivî, ku berdewam neyariya xwe bo referandûmê derdibirî û bi riyeke ne logical binav dikir.
Wî berpirsê Tirkiyê tekezî li wê yekê kir ku, pêwendiyên gelek kevin di navbera Iraq û Tirkiye de hene, ku ji salan ve pêwendiyên nêzîk di navbera Tirkan ji aliyekî ve û Ereb, Kurd, Tirkmenan de ji aliyekî din ve berdewam in.
Herçend e Îbrahîm Kalin careke din gotiye: “Yekperçeya Iaqê ji aliyê ve Tirkiyê ve girîng e” Lê bi wî zimanê berê negot: “Nabe Iraq perçe bibe”, lê got: “Ji aliyê me ve girîng e aştiya navxweyî peyda bibe.”
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê amaje bi wê jî kiriye, “Ew pirs hemû bi hev ve girêdayî ne, dibe di yek demê de siyasetek dirust bibe û hemû pêkhate û aliyan hembêz bike, ku her welatiyek hest bike, Iraq welatê wî ye.”