Rêxistina Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê: Referandûm mafekî rewa û yasayî yê gelê Kurdistanê ye
K24 – Almanya
Rêxistina Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê ya navnetewî (KIFA) ji bo referandûma Kurdistan ya ku hemû endamên wê li piraniya cîhanê hene, civatek li dar xistin ,tê de helwesta rêkxirawê ji bo raya cîhan û Kurdistanê ragehandin.
Rêxistina Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê wek saziyeke sivîl ya navnetewî ku li ser refrandûmê helwesta wan heye û li ofîsa xwe ya almanya nêrîna endam û raya giştî ya saziya xwe ragihandin.
Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê Dr. Bextiyar Îbrahîm ji K24ê re wiha axivî: “Referandûm mafekî rewa û yasayî yê gelê Kurdistanê ye, ku referandûmê li ser xaka xwe rabigihîne û xelk tê de beşdar bibe. Me ji hemû endamên KIFA re ragihandiye ku beşdarî referandûmê bibin û dengê xwe belê bide serxwebûna Kurdistanê.”
Rêxistina Dostaniya Kurdistan – Îsraîlê di sala 2010an de li Almanyayê hat damezrandin û endamên wê ji gelek netew, ol û etnîkên cîhanê pêk tên, ji destpêka avakirina wan ve diruşma Kurdistaneke serbixwe hildaye û di nava piraniya çalakiyên girêdayî kurdistanê de cîh digirin.
Cîgirê Serokê rêkxirawê Kardox Candost jî ji K24ê re got: “Em wek rêxistinekê di nava dewleta Kurdistan û Îsraîlê de pireke dostaniyê girê didin, ji ber ku Kurdistan û Îsraîlê kilîta aştiyê ye di hundir Rojhilata Navîn de. Di Kurdistanê gelek milet û ol dijîn, ku ew Kurdistanî ne. li Îsraîlê jî gelek milet û ol dijîn, ew jî Îsraîlî ne.”