Têbîniya Amerîka tenê li ser dema referandûmê hebû

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokê Amerîka di dema hilmeta hilbijartinê de Kenneth Timmerman ragihand, têbîniya Amerîka tenê li ser dema referandûmê hebû, ew jî ji bo berjewendiya herêmê bû.

Kenneth Timmerman di çarçova beşdarîkirina di geşta nûçeyên K24ê ji Washingtonê ragihand, di Kongressa Amerîkayê de piştevaniyeke temam ji bo serxwebûna Kurd heye. 

Got jî, têbîniyên Wezareta Derve ya Amerîka li ser dema birêvebirina referandûmê hebû û tekezî li we wê kir ku divê bi proseyeke siyasî de biçe ne ku hikûmeta herêmê bixe nava pirsgirêkan.

Herwiha got jî, piştevaniyeke baş li Washingtonê bo doza Kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, tenê hin rexne li ser dema referandûmê heye.

Kenneth Timmerman got jî: “Amerîka stratejiyeke wê ya baş heye û berjewendiya wê ligel Herêma Kurdistanê heye. Heger Herêma Kurdistanê berdewam be di proseya demokrasiyê de û bi awayekî hêmenane, diyalog û danûstandina siyasî li ser masa guftûgoyan vî karê xwe bigihîne aramnca xwe û bibe welatekî serbixwe û wek dibêjin Kurdistanê wate cihê hemû aliyan e û yekîtiya hemû pêkhate û netewên Kurdistanê digihin û hemû pêkhateyên siyasî û olî li xwe digire.”

Got jî: “Serkirdayetiya siyasî ya Kurd bi taybet Partiya Demokrata Kurdistanê kariye bi awayekî ciwan peyameke ron gihandiye, bi taybet Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ku karî li Washingotnê balyozekî baş, serkeftî û bi bandor be û karî peyama xwe bi awayekî ciwan û baş bigihîne Washingtonê.”

Di beşeke din de Şêwirmendê Serokê Amerîka di dema hilmeta hilbijartinê de got: “Wezareta Derve daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku referandûmê bipaş bixe, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurd rijd e li ser wû yekê ku referandûmê bipaş nexe, pêwîst e guftûgo di navbera Wezareta Derve ya Amerîka û hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be û Washington têgihêştiye ku Kurd vê pirsê bipaş naxe û Pentagon û Wezareta Derve dizanin perjewendiyeke mezin di navbera Hewlêr û Washingtonê de heye û di baweriya min de her du alî dikevin ser riyeke durist.”

Herwiha got: “Girîntirîn cîranê we Bexda ye û prseyeke dûr û dirêj li pêş Kurd e û pêwîst e bi rê ve here û ti aliyek ne ligel wê yekê ye ku Kurd bi tundûtûjiyê ji Bexdayê cuda bibe. Hûn dikarin wek Czechoslovakia bin, ku niha du komar in û serweriya xwe hene û pêwendiyeke dostane û baş di navbera wan de heye. pirsgirêka mezin ew e ku her cîranên we Îran û Tirkiye mixabin ne hevalên we ne û ne ligel serxwebûna we de ne.”