Li Şingalê, hêzeke PKKê êrîşî ser Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Peymanêrê K24ê li Şingalê ragihand, “Hêzeke PKKê ku cilên reş lixwe kiribûn, êrîşî ser tîmeke Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û hewla daxistina ala Kurdistanê ji ser navenda wê dezgehê dabû”
Rêveberê Asayişa Şingalê Aştî Koçer ji K24ê re ragihand, êrîşkirina li ser Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, nayê qebûlkirin û divê ala Kurdistanê li Şingalê bilind bimîne.”
Rêveberê Asayişa Şingalê got jî: “Zanyariyên me hebûn ku PKK dê êrîş bike, mixabin çendîn car in ew cure plan li Şingalê dikin.”
Got jî: “Nabe ti aliyek muzayedê li ser xelkê Şingalê bike, heger ew dixwazin xebat û xizmetê bikin, sînorê wan diyar e û dikarin biçin wir azad bikin.”
Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl jî ji K24ê re got: “Ji dema borî û ta niha jî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hawara hemû pêkhateyan çûye û bê cudahî xizmeta her aliyekî kiriye.”