Kurdên Zaza piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin

K24 – Dihok

Kurdên Zaza (Dimilî) jî piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin. Hejmarek zimanas û rewşenbîrên zaza yên Bakurê Kurdistanê ji K24ê diyar kirin ku, kurd ji qonaxeke girîng û dîrokî re derbas dibin. Fersendeke zêrîn ketiye ber destê wan û divê hemû Kurd û Kurdistanî piştgiriya referandûmê bikin.