“PKK bombe û mînên DAIŞê ji efserên artêşa Iraqê dikire”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “El-Erebî El-Cedîd” belav kiriye, hejmarek ji efserên Iraqê paşmayên DAIŞê ji bombe û teqemenî difiroşin çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

Wê rojnameya li ser zarê efserekî ser bi Wezareta Bergîriyê yê Iraqê bêyî ku navê aşkere bike, ragihandiye “3 efserên artêşa Iraqê ku yek ji nava wan xwedî pileyeke mezin e paşmayên DAIŞ ji bombe û teqemeniyên difiroşin çekdarên ser bi PKKê ve yên ku berî demekê li Xanesorê ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn bombebarankirin.”

Rojnameya “El-Erebî El-Cedîd”  aşkere kiriye jî, “Ew efser li yadeştên fermî îmze kirine ku ew paşmayên DAIŞê li navçeyên Hemam Elîl ya li başûrê Mûsilê teqandine, ji ber ku li gor planeke Bexdayê divê wiha bê kirin, lê di rastiyê de wan efseran ew teqemeniyên DAIŞê neteqandine û dane çekdarên ser bi PKKê ve û birine rojavayê Mûsilê û çiyayê Şingalê.”

Efserekî Iraqî ji wê rojnameyê re gotiye, “Ewê ku PKK gelekî daxwaz dike mîn û bombeyên çandî, mûşekên li dijî tanka ji cura (SBG-7) in, ku ev ne cara yekem e ew çek dikevin destên wan, ne tenê ji aliyê efserên gendel ên artêşa Iraqê, lê ji aliyê Heşda Şeibî yên li wê navçê ve jî werdigirin.”

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, “Di vê hefteyê de çekdarên PKKê bi 50 hezar Dolar 500 k.g teqemenî, guleyên Hawinê, bombeyên çandî mûşekên li dijî tankan kirîne.”

Wê rojnameyê aşkere kiriye jî, “Efserekî ser bi partiyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê rola navbênkarî û hevahengiyê di navber çekdarên PKK û wan efseran de dibîne û rola wî di kirîn û firotanê de heye.”

Ev zanyariyên Rojnameya “El-Erebî El-Cedîd” di demekê de ye, ti jêderekî fermî ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bi fermî ti zanyariyek di wê derbarê de belav nekiriye. Kurdistan24 jî heta niha ji zanyariyên wê rojnameyê piştrast nebûye û tiştê belav kiriye li gor zanyariyên wê rojnameya Erebî ye.