Qeymeqamê Şingalê: 970 malbat vegeriyane Şingalê

K24 – Navenda Nûçeyan

Di salvegera dadgîrkirina Şingalê de, Qeymeqamê Şingalê Mihema Xelîl li mezargeha Şerfedînê ji K24ê re ragihand, xelkê Êzidî û rêveberiya Şingalê bi diruşma duh jenosid, îro referandûm û sibe jî serxwebûna Kurdistanê diçin ser sindoqên dengdanê û beşdarî referandûmê dibin.

Mehema Xelîl got jî: “Heta niha 970 malbat vegeriyane ser mal û milkên xwe yên li Şingalê.”