Nêçîrvan Barzanî: Rê nehat dayîn sîstema bergîriyê ya pêşketî li Şingalê danin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, herdem wan hest bi hebûna gefa grûpên tundrew li Şingalê dikir û çend caran jî hikûmeta Iraqê ji wê metirsiyê agahdar kiribûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçova gotarekê de bi boneya salvegera dagîrkirina Şingalê de li Dihokê ragihand, “Tiştê ku hat serê Şingalê jenosîd bû. Çend caran me xwast ku sîstema bergîriyê ya pêşketî bo Şingalê danin, lê ji bo wan nehat dayîn.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, rêxistina terorîst a DAIŞê hemû sînorên hovîtiyê derbas kiriye û aşkere kir, gelek sedem hebûn ku rewş wisa dijwar bibe di 3ê Tebaxa 2014an de û ew sedem jî ji her kesî re aşkere nîne. Herwiha diyar kir, ku mixabin ji ber wan sedeman û hovîtiya terorîstên DAIŞê, ew karesat rûda.
Nêçîrvan Barzanî got: “5 firqeyên artêşa Iraqê pêşkeftîtirîn çek ji DAIŞê re hêştin, piştê DAIŞê êrîşî Şingalê û navçeyên derdora wê kir, çekên di destê Pêşmerge de bûn, ne mumkîn bû ku karibe parastina Şingalê bike.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi cudahiya danûstandina hikûmeta Iraqê ya l hember Pêşmerge kir û got: “Hikûmeta Iraqê tiştê ji Heşda Şeibî re kiriye, ji Pêşmerge re nekiriye, di demekê de ku Pêşmerge hêzeke yasayî û destûrî ye, lê Heşda Şeibî ti bingeheke wê ya destûrî jî tune ye.”
Nêçîrvan Barzanî bibîr anî, ku Şingal piştî wê karesatê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi destê Pêşmergeyê Qehreman, ji DAIŞê hate rizgarkirin û got: “Îro wextê hindê hatiye ku em pêkve û bi awayek dirust û bi zîrekane pirên baweriyê ava bikin. Rûpela reş a DAIŞ rakin û rûpeleke spî ya avedankirinê û pêkvejiyanê vekin li Kurdistanê û Şingalê.