Şepêla Sedir rêzê li biryara Kurdistanê digre
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Nivîsgeha Muqteda Sedir Rêberê Şepêla Sedir, Seyid Ibrahim Cabirî ji Kurdistan 24 re ragihand ku heger gelê Kurdistanê dewleta serbixwe rabighîne dê rêzê li qurbanîdana gelê Kurdistanê bigrin û her li gel Kurdistanê wek berê bi dilxweşî dimînin. Herwiha got jî ku, di çend salên derbasbûyî de Kurdan nexweşî ji Îraqê dîtiye.