Bo piştgîriya referandûmê, ciwanên Bakur bi meş tên Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanên Bakurê Kurdistanê jî piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin û ew ê ji deriyê sînor a Îbrehîm Xelîl heta Hewlêrê ji bo serxwebûnê bimeşin.

Berpirsê rêxistina Ciwanên Netewî yên Kurdistanê Jiyan Tîmurtaş bi riya telefonê ji K24ê re ragihand ku, ew bi dil û can piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Di vê çarçoveyê de amedekariya hejmarek xebat û xwenîşandanan dikin û dê di 11ê Îlonê de li deriyê sînorê ya Îbrahîm Xelîl ji bo piştgiriya referandûmê dest bi meşê bikin û dê meşa xwe li di 23ê Îlonê li ber Hewlêrê bi civîneka çapemeniyê bidawî bînin.

Tîmurtaş herwiha got, serxwebûn mafê Kurdan a xwezayî ye û divê hemî Kurd piştgîriyê bidinê. Ew wekî ciwanên Bakurê Kurdistanê jî dixwazin bi xebatên xwe di vê pêvajoyê de bi awayekî çalak cih bigrin.