Arteşa Tirkiyê hêza xwe li nêzîkî Efrînê zêde dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyeyê hêzên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li nêzîkî herêma Efrînê zêdetir dike.

Hat ragihandin, Arteşa Tirkiyê 6 wesaîtên leşkerî ku ji wan 5 wesaît tankên topbaranê ya bi cûreya Obûs in li navçeya Islahiyê ya nêzîkî herêma Efrînê bicih kirin.

Arteşa Tirkiyeyê di demên dawî de jî gelek caran hêzên xwe veguhestibû ser sînor.

Şandina hêzên leşkerî di demekê de ye ku Tirkiye gelek caran gef li hebûna YPG û PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrînê dixwe.

ji zêdetirî mehekê ve bûye, artêşa Tirkiyê gundên Efrîn û devera bakurê Helebê dide ber topan.