Amerîka Pêşmerge wek hêzeke girîng dibîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk amaje bi wê da, ku têbîniya Amerîka li ser dema birêvebirina referandûmê heye. Derbarê Pêşmerge de jî McGurk tekez kir, Amerîka Pêşmerge wek hêzeke girîng dibîne û rola wan a bi bandor hebû û berdewam dibin bo rahênankirina Pêşmerge.
Brett McGurk, ku hin kes wî wek take xala hevbeş di navbera Barack Obama û Donald Trump dizanin û hinek jî dibînin ku ew Loransê serdema bîst û yekê ye û take kes e ku Iraq yekperçe hêştiye, derbarê guhartinên navçê ji rojnamevanan re axivî.
Brett McGurk ji bo Hevpeymaniya Navdewletî re bi rûyê Amerîka li Rojhilata Navîn hatiye nasîn, tekez kir ku ji aliyê welatê wî ve Pêşmerge lîstikvanê sereke ye bo rûbirûbûna DAIŞê û di plana dahatû de jî hebûna wê heye û hevahengiya wan berdewam dibe.
Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de raghihand, Wezîrê Derve yê Amerîka bi telefonê ligel her yek ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re guftûgo kiriye. Babeta girtina Hiwêca (30 K.M li rojavayê Kerkûkê) û beşdariyan hêzên wan di wê operasyonê de guftûgo kiriye û Pêşmerge di wê operasyonê de beşdar dibe. Amerîka Pêşmerge wek hêzeke girîng dibîne û rola wê ya bi bandor hebûye û berdewam dibin li ser rahênankirina Pêşmege.
Kurd berve referandûmê diçe û McGurk jî di wê derbarê de bersiva pirseke K24ê li Washingtonê da, ew wek Amerîka têbîniya wan tenê li ser dema birêvebirina referandûmê heye.