23 tuhmetbarên DAIŞê li Eyn Îsayê hatin berdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Sivîl a Bajarê Reqayê 23 tuhmetbar û bergûmanên DAIŞê li bajarokê Eyn Îsayê serbest berdan.
Hêzên ewlekariya navxweyî li bajarê Eyn Îsa 23 tuhmetbar û bergûmanên DAIŞê ku pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, serbest berdan.
Li gor zanyariyan, ev biryar ji Encûmena Sivîl a Bajarê Reqayê hatiye derkirin, ku ew jî li ser daxwaza rîsipiyên deverê û malbatên girtiyan bû.
Encûmena navborî diyar kiriye, ku destê van kesan di kuştina xelkê sivîl de tune bûn, loma ew hatin berdan.
Di kêmtirî du salan 718 kesên ku bi tuhmetên danûstandin û endametiya DAIŞê girtî bûn, li deverên di bin destê HSDê de serbest berdane.