Pêşmergeyek şehîd bû û 3 yên din jî birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan
Bombeyeke çandî ya çekdarên DAIŞê bi otombîla Pêşmergeyên Fewca Kakayiyan de teqiya û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê ragihand, îro li navçeya Til Hemedê ya ser bi Daqoqê ve (li başûrê Kerkûkê) dema Pêşmerge di erkê xwe ya yasayî de bûn, bombeyek bi otombîla Pêşmergeyan de teqiya.
Peyamnêrê me da zanîn ku di encama teqîna wê bombeyê de, Pêşmergeyê bi navê Sîrwan Mecîd Kakayî ku xelkê bajarê Kerkûkê ye û 3 Pêşmergeyên din yên Fewca Yekem ya Kakayiyan birîndar bûn.