Agir bi baregeheke Pêşmergeyên Zêrevanî ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Agir bi moelîdeyeke Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî ya li Hewlêrê ket, ji ber wê jî hin teqîn di nava komgehek wê fermandariyê ket.
Agir ji ber pileya germê bi miwelîdeyeke kehrebê ketiye û piştre gihêştiye komgeheke çekan û teqemeniyê û ji ber wê hin teqemenî teqiyan e.
Ji ber wê bûyerê, 3 Pêşmergeyên Zêrevanî bi sivikî birîndar bûne û agir jî hatiye kontolkirin û ti metirsî li ser komgehên din ên teqemeniyê tune ne.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî derbarê bûyerê de ragihand, ew bombeyên teqiyan e, bombeyên ku di şerê DAIŞê de hatine pêçkirin in.
Derbarê rewşa birîndaran de, Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, rewşa wan her sê Pêşmergeyan cîgir e û ti metirsî li jiyana wan tune ne.