Keçeke Kurd li Şamê hate kuştin
Keçekek Kurd ji bajarê Efrînê roja Şemiyê 5 Tîrmeha 2017an, li Şamê bi guleyeke tewş hate kuştin.
Kurdistan RojavaNews
Keçekek Kurd ji bajarê Efrînê roja Şemiyê 5 Tîrmeha 2017an, li Şamê bi guleyeke tewş canê xwe jidest da.
Nivîskar û rexnegirê wêjeyî yê Kurd Heyder Omer li ser rûpela xwe tûra pêwendiyên civakî nûçeya kuştina biraziya xwe ya 24 salî Silava Omer li Şamê belav kir.
Heyder Omer ku ji bajarê Efrînê da zanîn ku biraziya wî Silava li paytexta Sûriyê Şamê bi guleyekê ku nediyar e ji kû ve hatiye avêtin canê xwe jidest daye.
Silava biraziya nivîskar Heyder Omer e û hevjîna xortekî Kurd ê bi navê Alan Beko ji gundê Aşiq Kîbarê ya ser bi bajarê Efrînê ye.
Ji destpêka krîza Sûriyê gelek welatiyên sivîl li bajarên wek Şam û Helebê bi guleyên tewş canê xwe jidest dane.
