Goran ji helwesta xwe bi paş ve vedikişe

K24 – Navenda Nûçeyan

Çavdêrekî siyasî radigihîne, berê Tevgera Goranê tenê mercê asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê û aktîvkirina parlemento hebû, lê niha dema aliyên siyasî li ser aktîvkirina parlemento li hev kirin, Goran bi bihaneyên cuda astengiyan dixe pêş wê proseyê.

Li gor raporteke rojnameya Çavdêr, “Tevgera Goranê ji helwesta xwe bi paş ve vekişiya ye û bi demê dilîze û ji daxwazên xwe jî direve. Berê tekezî li ser aktîvkirina bê merc a parlementoyê dikir, niha jî bi bihaneyên cuda xwe vedidize.”

Ew çavdêrê siyasî ragihandiye jî, “Heger Tevgera Goranê bêdeng bimîne, bi dûr nizane ku parlemento bê Goran bê aktîvkirin.”

Amaje bi wê jî daye, “Çend parlementer û kadroyên Goranê li ser bingeha (Yan ligel me bin, yan dijminê me ne) helwest wergirtine, ev jî ti derfetê ji hizrê û bîrê re nahêlê.”