Viyan Dexîl ji aliyê Japonyayê ve hate vexwandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Japonya bi fermî parlamentera Kurd di parlamentoya Iraqê de vexwand, ku beşdarî kongreyek li Tokyo bibe.

Li gor daxuyaniya ofîsa parlamentera Kurd a êzdî ya li ser lîsteya PDKê Viyan Dexîl, hikûmeta Japonya ew vexwandiye ku beşdarî kongreya “Karînên Berhemanîn û Başkirina Rewşa Jinan” bibe.

Ofîsa Viyan Dexîl ragehand, ji ber ew parlamentera Kurd a Êzdî “Xwedî roleke mezin bûye di berevaniya jin an de” bi awayek fermî ji wê kongreyê re hatiye vexwandin.

Biryare ew kongre di meha Cotmehê 2017ê de li paytexta Japonya Tokyo birêve biçe, ku hin pirsên jinên Iraq bi giştî û herwaha jinên kêm netew û olên cuda bê gotûbêj kirin.