Tirkiye dîwarekî din lê sînorê Efrînê ava dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê dîwarekî din li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ava dike û hêzeke zêde lê bicih dike.

Jêderekî ji bajarê Efrîna ji K24 re ragihand, artêşa Tirkiyê dîwarekî li ser sînor ji gundê Sorkê û ta bi gundê Edama yên navçeya Raco ava dike. Herwiha cihên topxaneyan jî li ser wî sînorî amade dike.

Beriya niha jî artêşa Tirkyê li gelek navçeyên sînorî yên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dîwar ava kiribûn û hêzeke zêde jî kom kiribû û li hin navçeyên Efrînê jî darên zeytûnan hilkiribûn.

Tirkiyê hercar dibêje ew amadekariya operasyoneke leşkerî li dijî YPGê li Efrînê dike. Ji bêhtirî mehekê ve ye jî Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û bakurê Helebê dide ber topan.