HSDê ji sedî 55 ji Reqayê kontrol kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, zêdetirî ji sedî 55 ji bajarê Reqayê ji çekdarên DAIŞê kontrol kiriye.
HSDê ragihand, hêzên wan karîn kontrola xwe li bajarê Reqayê ferehtir bikin, ew jî piştî ku pêşketinine girîng li taxa Berîd kirin, ku avahiya Ewlehiya Leşkerî û baregeha Berevaniya Sivîl û çend navendên din kontrol kirin.
Li gor HSDê amaje bi wê dike, piştî van pêşketinên dawiyê, zêdetirî ji sedî 55 ji bajarê Reqayê ketiye destê wan.
Ev bêtir ji 2 mehan e operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê kiriye û heta niha HSDê bi alîkarya Hevpeymaniya Navdewletî 8 tax bi temamî li derdora Reqayê kontrol kirine.