25 sal zîndan ji Ayhan Bîlgen re tê xwastin

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro dadgehkirina parlementer û berdevkê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi rê ve diçe.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ragihand, îro li Dadgeha Tawanan a Diyarbekirê doza Eyhan Bîlgen bi rê  ve diçe û Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay û hejmarek ji parlementerên din li dadgehê amade dibin.

Li gor peyamnêrê K24ê, Bîlgel bi tuhmeta alîkarî û endamentiya PKKê hatiye girtin. Herwiha tuhmeta beşdarîkirina di çalakiyên piştevanîkirina Kobanê di 6 - 8ê Cotmenha 2014an de jî li ser e.

Parlementerê HDPê Eyhan Bîlgen di 1 Şubata borî ve hatiye girtin û cezaya 25 salan zîndankirin ji bo wî hatiye xwastin.