Nêçîrvan Barzanî: Ti mercên me bo aktîvkirina parlementoyê tune ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Her yek ji Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Karger a Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Mela Bextiyar got: “Derbarê bûyer, nexşerêya YNKê û hikûmet çawa be û çawa hevseng dibe de me behs kir û nêrînên me ji hev nêzîk bûn.”

Got jî: “Biryar hat dayîn komîteyek dirust bibe, ku kar bo nirxandina karên hikûmetê û pirsa hevsengiyê di hikûmetê de bike.”

Herwiha got jî: “Piştevaniya çûna şanda me bo Bexdayê dikin û hêvîdar in ew welatên ku li ser pirsgirêkan diaxivin guhê xwe bidin Kurdan jî û bizanin em çendî nîgeran in li ser çarenivîsa me çawa mafên xwe bidest dixin. Hêvîdar in çûna şanda me bibe sedema wê yekê ku careke din miletê me nekeve nîgeraniyê.

Derbarê pêwendiyên di navbera YNK û PDKê de got, ew armancên ji rêkeftina stratejî bicih hatine bidawî hatin û ewên bicih nehatine jî divê kar bo bidestxistina wan kar bikin û çawaniya çareseriya rewşa nû û pirsgirêkên xelkê pêwîstî bi rêkeftineke nû heye û ev jî ne li ser hesabê ti aliyekî dibe û xalê hevbeş û armancên hevbeş yên PDK û YNKê kom dibin û kar bo pêkanîna wan dikin.

Herwiha got: “Hewl didin ligel Tevgera Goranê û Komel gotûbêjan zêde bikin û birayên PDK bi gelek nermî diçin pêş, bo ew lihev bikin û pirsgirêkan çareser bikin, ev mizgîniyeke mezin e bo gelê me û heger rê nekeftin jî, ji hemû aliyan re zelal e. 

 

 

Di beşeke din ya axaftina Mela Bextiyar de got: “Em ligel serxwebûn û referandûmê ne û piştevaniya wan dikin.”

Mela Bextiyar aşkere kir jî, ku Tevgera Goranê û Komela Îslamî biryar dane û ligel referandûm û serxwebûnê de ne û hin hûrgilî mane ku ligel wan tên gotûbêjkirin û di van çend rojan de bo van pirsan dicivin.

Li hemberê, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, civîneke girîng bû, me berê bersiva nexşerêya YNKê daye û îro bi bratîkî çawa ew nexşerê cibicî bibe me behs kir. Ev qonaxa nû pêwîstî bi rêkeftineke nû heye û em rêkeftin ku komîte bê damezrandin û bi cidî dest bi cibicîkirin û nivîsîna wê rêkeftinê bikin.

Herwiha got: “Ti demek ji bo paşxistina referandûmê nehat beshkirin û ewê di civînê de hatiye behskirin tê cibicîkirin.”

Got jî: “Ew aliyên daxwaza paşxistina referandûmê kirine, me ji wan re got bedîlê we çi ye û wan ti bedîl diyar nekirin.”

Derbarê pirsa mûçe û jiyana xelkê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Me komîte dirust kirine û hin pêdeçûnê tê de dikin, pêwîste sîstemeke me hebe bo dana mûçe û heta ew yekalî nebûye.”

Derbarê pirsa parlementoyê de got: “Ji me re girîng e parlemento bê aktîvkirin, me biryar daye û amade ne û ti mercên me tune ne bo aktîvkirina parlementoyê. Hêvîdar im aliyên din vegerin û her demê vegerin jî girîng e.”