Sinyalên êrîşek nû ya Tirkiye bo Rojavayê Kurdistanê heye?

 

K24 – Enqere

Tirkiye bi muxalîfan re wekî Operasyona Mertala Firatê amadekariyên operasyoneke nû dike. Tê amaje kirin ku bi vê operasyonê armanc, deverên ku di bin qontrola PYDê de ne. Li gorî pisporan Tirkiye hewl dide ku ji Amerîka û Rûsyayê yek ji wan ji bo operasyonê qenah bike. Rûsya nêzîkê qenahkirinê ye. Tê îdîakirin ku dê her du dewlet bi hevre operasyonekê pêk bîbin.

Tirkiyê di Tebaxa sala 2016an de li Sûriyê bi Artêşa Sûriya Azad ya ku hêza leşkerî ya opozîsyona Sûriyê ye, operasyonek lidarxistibû û ew operasyon 7 mehan berdewam kiribû. Armanca wê operasyonê ew bû ku Tirkiye, rêxistina terorî DAÎŞê ji ser sînorên xwe dûr bixe û li herêmê pêşiya mezinbûna PYDê bigre. Tirkiyê 5 meh piştî vê operasyonê amadekariya operasyoneke din dike.

Sînyala operasyona nû jî 6ê Tebaxê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da û got: "Em li Sûriyê dest bi operasyoneke nû dikin. Di demek nêz de li ser vê mijarê dê gavên me yên nû û giring hebin."

Piştî daxuyaniyên Erdogan amadekariyên operasyonê ku ev heyamek dirêj e berdewam dikin gurtir bun. Bi boçûna pisporan operasyon nêz e û hedefa sereke Efrîn e. Li gorî Pisporê Rojhilata Navîn yê rêxistina Lêkolînên Stratejîk SETA'yê Can Acun, dê operasyona nû jî wek operasyona din dirêj be.

Can Acun ji K24ê re jî wiha got: "Niha du asteng li pêşiya operasyonê hene ku dest pê nekiriye. Operasyona Reqqayê û piştî ku Rusya hate qanehkirin dê operasyon dest pê bike. Hemû amadekarî hatine kirin û piştî hemû konjektor hatin dabîn kirin dê operasyoneke dirêj ku navenda wê Efrîn û Tel-Rifat e wê bê kirin. Armanca herî mezin ew e ku berteref kirina hêzên YPG û PYD û standina hêremên Ereban yên ku niha di destê PYDê de ne."

Stratejiya Tirkiye ya herî mezin ew e ku di heman demê de ew û Rusya û Amerîka neyên hemberî hev. Ji ber vê yekê dê yekî ji wan qaneh bike. Ev jî bi îxtimaleke mezin dê bibe Rusya. Rusya û Tirkiye hevdîtinên giring pêk tînin û ew îxtimal heye Tirkiye digel Rusya operasyonekê li Efrînê bike.

Li gor pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhanê ku di Sazîyeke din ya lêkolînê ORSAMê de kar dike; dê dem û çerçoveya vê operasyonê hê sînorkirî be. Oytun Orhanê got:"Dê çerçoveya operasyonê bi bajarokên derdora Efrînê re sînorkirî bimîne. Çimkî Rusya ji Tirkiyê bawer nake û Tirkiye jî ji Rusyayê bawer nake. Wekî Mertala Firatê, em operasyonekê hêvî nekin, ji ber ku Rusya destûrê nade ku Tirkiye li Efrînê hê jî pêşve biçe. Amerîka dê acîz bibe lê li wir hebûnekê wê ya leşkerî tune ye û Tirkiye jî dê tevî Amerîkayê vê operasyonê bike."

Digel berdewambûna operasyona ku Amerîka bi PYDê re, ji bo ku Reqqayê ji destê DAÎŞê de rizgar bike berdewam e, Tirkiye jî ji bo operasyona ku qala wê tê kirin amadekariyên xwe gurtir kirin. Ji bo ser sînoran sewkîyateke mezin ya leşkerî tê kirin. Li Enqerê jî li şûna gotubêjên pêkhatin an jî pêknehatina operasyonê, êdî dema destpêkirina operasyonê tê axaftin.