YNKê Ferhad Sengawî derkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna êvara borî de biryara derkirina parlamenter Ferhad Sengawî ji wê partiyê da.

Polîtburoya YNKê biryarnameyek belav kir, tê de hat, “Mafê çarenivîsî yê referandûm û serxwebûnê, stratejiyeke nayê guhatin ya YNKê ye. Biryarên Encûmena Serkirdayetiya Polîtburo, nexşerê, rêkeftinên YNK .. hemû tekezî li ser vê stratejiya mafê çarenivîsî ya referandûmê dikin. ji ber wê têkdana vê biryarê, li gor peyrewên naxweyî tundtirîn sizaya partîtî li ser e.”

Herwiha di biryarmanê de hatiye, “Ferhad Sengawî ku li ser lîsta YNKê berbijêr parlemento bû, ji piştî raperînê herdem digot (Baştirîn derfet ketiye destê Kurd bo serxwebûnê, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê newêrin biryara serxwebûnê bidin) ku niha serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryara referandûmê daye, Ferhad Sengawî çûya nava rêza kampîna “Niha nexêr ji referandûmê re”

Polîtburoya YNKê dibêje, Ew siyaseta Ferhad Sengawî li dijî bîr û baweriyên YNKê û bernameya wê ne, ji ber wê Polîtburoya YNKê di civîna 9.8.2017an de biryar da parêzbendiya parlementoyê jê bikeve û ji wê jî partiyê derkir.