Goran: Dixwazin ligel PDK bigihin rêkeftineke dirêj

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Goranê radigihîne, ew wek Goran amade ne ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bicivin û tevahiya nakokiyan guftûgo bikin û bi riya wan civînan jî bigihin rêkeftineke siyasî bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goranê Ebdilrehman Muhendis ji K24ê re re ragihand û got: “Dixwazin ew xalên di daxuyaniya Tevgera Goranê de hatine, ligel PDKê gotûbêj bikin, ji bo bigihin rêkeftineke siyasî ya dirêj, ne ku rêkeftinekê bikin û piştî demek kurt bê hilweşandin, da ku miletê me di navbera me de rastî pirsgirêkan nebe.”