Komisyon: Referandûm û hilbijartinên parlemento û serokatiya herêmê di dema xwe de tên kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji Komisyona Bilind a Referandûm û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, amadekariyên temam hatine kirin, bo birêvebirina referandûmê di dema xwe ya diyarkirî de, di roja 25 Îlona bê de.

Li gor wî jêderî, komisyonê 2 bekgeyên fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê kirine, ji bilî birêvebirina referandûmê di dema xwe de, amadekariyên temam bo hilbijartina serokatiya herêmê û xula pêncemîn a parlementoya Kurdistanê di 1 Mijdara îsal de hatine kirin.