Bînalî Yildirim:Ji bo referanduma serxwebûnê şerê Herêma Kurdistanê nakin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ragihand: Ew ji bo referanduma serxwebûnê şerê Herêma Kurdistanê nakin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildiirm bersiva Serokê Partiya Tevgera Neteweperest MHPyê Dewlet Bahçelî da û got: Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nabe sedema şerî. Ger dewletek serî li Tirkiyeyê rake û mafê serweriya wan binpê bike wê demê ew dikarin şer bikin. Biryara referanduma serxwebûnê nabe sedem ko ew şerê Herêma Kurdistanê bikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê herwiha diyar kir ko pêwendiyên Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê nebaş in. Di navbera wan de bawerî lawaz bû. Dilgiraniyên Herêma Kurdistanê hene. Rêveberiya Kurdistanê gilî dike ko Iraq ji wan re bûdçe naşîne û ew mexdûr dibin. Herdu alî ji aliyê hizrî ve roj bi roj jihevûdû dûr ketin. Piştre jî veqetîna zihnî peyda bû.
Duh Serokê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû biryara referandûmê sedema şerê Tirkiyeyê li dijî Herêma Kurdistanê ye.