Makron ji bo Bureu telefonî Erdogan kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê Emmanuel Makron ji Serokomarê Tirkiyê xwest, rojnamegerê girtî Loup Bureu demildest serbest bê berdan.
Ev duyemîn car e ku Serokê Fransayê bo Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan telefon dike û dixwaze rojnamegerê Fransî ku beriya mehekê hatibû girtin, bê berdan.
Rojnamegerê Fransî, dema ku ji deriyê Îbrahîm Xelîl derbas bibû hatibû binçavkirin û pê re hin wêneyên şervanên YPG hatibûn dîtin û bi endamtiya YPG hatibû tometbarkirin.
Li gor daxuyaniya Koşka Elîse, her du serokan biryar da ye ku, Wezîrên peywendîdar di derbarê mijarê de biaxivin ta ku encamek bidest bixin.
Makron hê berê jî derbarê mijarê de bi Erdogan re axivîbû. Beriya çend rojan, rojnamegerên sînornenas bi çalakiyek bang li Makron kiribûn ku bo berdana rojnameger Bureu bi rayedarên Tirkiyê re pêwendî deyne.