Yunanistan: Tirkiye peymana koçberan bicîh nayne
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Mîdîliya Yunanistanê dibêje, hejmara penaberên ku ji Tirkiyê derbas bûne gelek zêde bûye û Tirkiye bi binpêkirina peymana koçberan tometbar dike ku bi Yekîtiya Ewropayê re îmze kiriye.
Li gor nûçeya rojnameya Tayms (Times), Şaredarê Girava Mîdîlî Sîpros Galinos da xuyakirin, piştî îmzekirina peymana koçberan, di heyama 16 mehan de hejmara penaberên ku derbasî Yunanistanê bûne daketiye û ev jî nîşan dide ku, dema Tirkiye bixwaze dikare derbasbûnên deryasayî asteng bike.
Galinos da zanîn, niha li giravê 5 hezar penaber hene, du carê hêza wan e û aşkera ye ku Tirkiye pêdiviyên peymana koçberan bicîh nake.