Kiliçdaroglu: Bi rêbazên mafia Tirkiye tê birêvebirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, li Tirkiyê dad nemaye û bi rêbazên mafya Tirkiye te birêvebirin.
CHP piştî Meşa Kiliçdaroglu ya ji Enqerê heta Stenbolê, vê carê li Çanakale dest bi rêze civînan kir.
Serokê Giştî yê CHP encamnameya civînan xwend û da xuyakirin, di rêzecivînên 4 rojan de, bi giştî 8 panêl hatin kirin û 679 kes axivîne û bi hezaran kes beşdarî civîna bûne.
Da xuyakirin, dad hatiye tunekirin, hestên tirs û guman û bêhêvî hemû aliyên civakê dîl girtine û di rewşek weha de bi meşa dadê wêrekî daye civakê.
Kiliçdaroglu got, li dadgehê, dewletê dad nemaye û di hilbijartinê de, bawermendiyê de, debar û aboriyê û perwerdeyê û medyayê de dad hatiye tunekirin.
Da xuyakirin, bo planên siyasî parlamenter tên girtin, vîna netewî tê dîlkirin û daxwaz kir ku hemû parlamenterên girtî bên berdan.