Townsend: Di Operasyona Hewîce de, Pêşmerge dê rolek berçav û girîng bilîze

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Stephen Townsend ragihand ku, di Operasyona kontrolkirina Hewîce de Pêşmerge dê rolek berçav bilîze.

Di Konferansa rojnamevanî de Townsend herweha liser rola Pêşmerge di rizgarkirina Mûsilê de jî rawesta, “Pêşmerge di Operasyona kontrolkirina Mûsilê de rolek pêşengiyê list û bi teqandina guleya yekem rê ji hêzên Iraqî re vekir. Ez rêzdariya xwe ji bo qurbanîdan a Pêşmerge û ji rola wan a pêşend re diyar dikim”.

Townsend Operasyona Telaferê jî nirxand û got: “DAIŞiyan ku dixwestin birevin, ji alî Pêşmerge ve hatin rêgirîkirin û di navbeyna Hêzên Iraqî û Pêşmerge de ahengiyek baş heye. Pêşmerge rêgirî li DAIŞiyan rêviyayî kir û ew şikandin. Heta niha di navbeyna 130-170 DAIŞî hatin kuştin”.

Operasyona rizgarkirina Hewîce babetek girîng a Konferansa Townsend bû: “Ez naxwazim bi hûrgilî liser Operasyona Hewîce rawestim, lê Pêşmerge dê rolek berçav û girîng bilîze”.