Hevpeymanan lêxist, lê karwanê DAIŞ rêya xwe dom dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyan li devera Sekna Hevpeymanan êrîşek esmanî bir ser karwanê DAIŞ ji bo nikaribin bigihin Dêrazorê, lê karwan rêya xwe her didomîne.

Karwanê DAIŞ di encama rêkeftina di navbeyna Rejîma Suriye û Hizbullah a Lubnanî de pêkhat, ku bi radestkirina termên 8 kuştiyên Lubnanî, rê hat dan bi sedan DAIŞî bi karwanekî ber bi rojhilatê Suriye û sînorê Iraqê ve biçin.

Berdevkê Hêzên Hevpeymanan Ryan Dillon got ku, ew karwanê DAIŞiyan dişopînin û dê di rewşek ji alî wan ve hatî destnîşankirî ve li wan bixin.

Dillon herweha diyar kiribû ku, rêkeftina ligel DAIŞ wan girê nade, Iraq û herêma Kurdistanê jî ev rêkeftin rexne kiribûn.

Di karwanê DAIŞiyan de jin û zarokan wan jî hene, ev yek jî derfeta bombebanakirina karwanê asteng dike. Li aliyek din hate diyarkirin ku, beramberî termê 1 pasdarê Îranî, Îranê 25 brîndarên DAIŞ serbest berdaye û ew jî di nav karwanê de cîh digirin.