49 Penaberên Sûrî hatin desteserkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Çanakaleyê, 49 penaberên Sûriyê ku xwestin bi rêyên neyasayî derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.

Di rojên cejnê de jî koça penaberan ber bi welatên rojava berdewam dike. Piraniya wan jin û zarok, 49 penaberên Sûriyê ku xwestin bi beleman derbasî girava Mîdîlî ya Yunanistanê bibin, ji hêla Hêzên Ewlekariya Peravên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Penaber radestê Navenda Paşdeşandina Biyaniyan ya Ayvacikê hatin kirin.