Hevpeymaniya Navdewletî: Rê nadin DAIŞ bigihe Dêrezorê
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, karwana DAIŞê li Sûriyê bûye du beş û niha beşek ji çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê mane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, karwana DAIŞê li Sûriyê bûye du beş û niha beşek ji çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê mane.
Tekez kir, bi tu awayî rê nade bo çekdarên DAIŞê bigihin Dêrezorê. Amaje bi wê kir jî, bi armanca parastina canê welatiyên sivîl, ji esmanê ve xwarak û av bi ser wan de berdan.
Li gor rêkeftina di navbera Hizbulaha Libnanî û DAIŞê de nêzîkî 400 çekdarên DAIŞê ji sînorê Libnanê bo rojhilatê Sûriyê bên veguhastin, lê Hevpeymaniya Navdewletî rêgiriyê li gihêştina wan çekdaran bo sînorê Iraqê dikin.
Fermanderekî Hevpeymana Leşkerî ya ser bi rêjîma Sûriyê tekez kir, piştî girtina hemû riyan li pêş karwana DAIŞê ku 17 basan lixwe digre, ew kar ji bo dîtina riyeke din dikin.