Ceyş el Îslam ligel damezrandina Artêşa Niştimanî li Suriye ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ceyş el Îslam, ku yek ji mezintirîn grûbên çekdar ên Artêşa Azad a Suriyê ye, li ser destpêşxeriya avakirina Artêşa Niştîmanî ya Yekgirtî ya Suriyê erê kir.

Di daxûyaniyekê de Ceyş el Îslam ragihand, ew destpêşxeriya avakirina Artêşa Niştîmanî ya Yekgirtî ya Suriyê erê dikin. Amade ne kar ji bo serxistina wê bikin. Daxwaza danîna planek ji bo bicîhkirina destpêşxeriyê kir, û kar ji bo qonaxeke nû, ku tê de maf û daxwazên gelê Suriyê û Şoreşa wî bê bicîhkirin bikin.

Beriya niha jî her yek ji Tevgera Ehrar elŞam, Feyleq elŞam, Tevgera Noredîn Zenkî, Cebhe elŞamiye. Lîwaya elŞemal û Ceyş sod elŞerqiye, di daxûyaniyên cuda de piştevaniya xwe ji bo avakirina Artêşa Niştîmanî ya Yekgirtî ya Suriyê ragihandibûn.