Merkel: Danûstandinên ligel Tirkiyê dê bidawî bibin
Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand, ew ê ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz bike, ku pêvajoya danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê were bidawîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand, ew ê ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz bike, ku pêvajoya danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê were bidawîkirin.
Şewirmenda Almanyayê û Seroka Yekitiya Demokratên Xiristiyan Angela Merkel û Serokê Partiya Sosyal Demokratan Martîn Schulz di bernemeyek televîzyonî de hatin beramberî hev û derbarê Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng dan.
Merkel got ew dê digel rayedarên Yekitiya Ewropayê biaxive û daxwaz ji wan bike ku, pêvajoya danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê bidawî were.
Martîn Schulz jî da zanîn, Tirkiye xeta sor ji mêj ve ye derbas kiriye û heger ew bibe Şewirmendê Almanyayê dê dawî li pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bîne.