Çekdarên opozîsyonê Mariê radestî Rûsyayê nakin
Grûpên çekdar ên opozîsyonê red kirin di çarçoveya navçeyên kêmkirina şer de, bajarokê Mariê yê li bakurê Heleb radestî hêzên Rûsî bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên opozîsyonê red kirin di çarçoveya navçeyên kêmkirina şer de, bajarokê Mariê yê li bakurê Heleb radestî hêzên Rûsî bike.
Serkirdeyê Lîwaya El-Muhtesim ragihand, hemû nûçeyên behsa danûstandinên di navbera wan, Rûsî û HSDê de dikin, yên ji bo vekirina rêyekê di navçeyên wan re bo navçeyên di destê rêjîmê de dengo ne û ne rast in.
Wî serkirdeyê red kir jî, hêzên wan ji navçe û xalên xwe yên li bajarokê Mariê vekişin û di bin çavdêriya Amerîka de radestî hêzên Rûsî bikin.
Berî niha hatibû ragihandin, Lîwaya El-Muhtesim dê xalên xwe di bin çavdêriya Amerîka de radestî hêzên Rûsî bike û rêyekê ji navçeyên opozîsyonê ji bo navçeyên rojavayê Heleb ku di destê rêjîmê de ne, bê vekirin. Bi wî awayî dê rê di navbera Efrîn û Heleb de jî bê vekirin.