HDP: Li Licê kesên sivîl bûne armanca leşkeran

Parlementera HDPê Feleknas Uca ragihand ku, di operasyonê de kesên sivîl bûne armanca leşkeran.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana navçeya Licê ya ku ji duh ve operasyoneke berfereh li dijî PKKê li wê navçeyê berdewam dike, kir. Piştî serdanê civîneka çapameniyê pêk anî û agahiyan da.

Li ser navê şandeyê Parlementera HDPê Feleknas Uca ragihand ku, di operasyonê de kesên sivîl bûne armanca leşkeran. 3 Welatî hatine birîndar kirin û kesek ku nasnameya wî nediyar e hatiye kuştin. Herwiha leşkerên Tirkiyeyê zilm û zordestiyek mezin li gundiyan dikin û dijûnan didin.

 

Fly Erbil Advertisment