YNK hewlekê ligel Goran dide
Serkirdayetiya Hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê ji bo guftûgokirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê li Silêmaniyê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Serkirdayetiya Hevbeş ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ji bo guftûgokirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê li Silêmaniyê bicive.
Peyamnêrê K24ê ragihand, îro berî nîvro Serkirdayetiya Hevbeş a YNK û Tevgera Goranê li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê dicive.
Li gor zanyariyan, di civînê şanda YNKê û Goranê guftûgo li ser pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê û rêkeftina di navbera wan dikin.
Ev di demekê de ye, îro bangeşeya referandûma serxwebûnê dest pê kir û hîna Tevgera Goranê û Komela Îslamî pirsa beşdarîkirina di wan pirsan de xwe yekalî nekirine.
Duh Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê bo guftûgokirina pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê li Silêmaniyê civiyabûn û careke din daxwaza paşxistina referandûmê kirin.