Barzanî: Armanca min bidestxistina serxwebûnê gelê min e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ji destpêka avakirina Iraqê ve, li ser bingeha welatekî federalî û medenî rêkeftin, lê niha di welatekî taifî de dijîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê lige kenala “AL Arabiya” de ragihand, ji destpêka avakirina Iraqê ve, li ser bingeha welatekî federalî û medenî rêkeftin, lê niha di welatekî taifî de dijîn.
Serok Barzanî ragihand jî, “Me gelek hewl da ji bo negihin biryara referandûmê. Hevdem jî bersiva ew kesên daxwaza paşxistina referandûmê dikin da û got: “Bila cîgireyekê bidin, bila bizanin bedîl çi ye?”
Serok Barzanî derbarê armancan de jî got: “Armanca min serxwebûna gelê min e. Her dema ew armanc pêk bên, erkê min bidawî tê.”
Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê di çarçova bernameyeke kenala “AL Arabiya” de ye, biryar ee roja Pênçşemê 7 Îlonê li ser ekrana wê kenalê bê belavkirin.
Dema birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê kêmtirî 20 rojan maye, medyayê Erebî û cîhanî jî çavên wan li ser Herêma Kurdistanê ne û berdewam dixwazin ji nêzîk ve agahdarî helwesta Serokê Herêma Kurdistanê bibin.
Roja 7 Hezîrana borî, partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan û biryara birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdisanê di 25ê Îlonê de dan.