HDP dê bibe şahidê roja dîrokî ya 25ê Îlonê

Berdevkê HSDê Osman Baydemîr ragihand, li tu cihekî din yên cîhanê tune ye ku 10 parlementerên partiyekî di zîndanê de bin, bêyî ku bên dadgehkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê HSDê Osman Baydemîr li Enqerê li pêş dadgeha destûrî ya Tirkiyê ji K24ê re got, li tu cihekî din yên cîhanê tune ye ku 10 parlementerên partiyekî di zîndanê de bin, bêyî ku bên dadgehkirin.

Baydemîr got, dadgehnekirina hevserok û parlementerên wan û biryarnedana derbarê dosyayên wan de jî, tê wateya ku dadgehê ne serbixwe ne û ji aliyê siyasetmedaran ve tên birêvebirin û yasayan bin pê dikin.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de jê ragihand, heger Başûrê Kurdistanê bibe serbixwe dê bandoreke erenî û baş li perçeyên din ên Kurdistanê bike. Başûrê Kurdistanê dê ji bo perçeyên din ên Kurdistanê bibe mînaka çareseriyê.

Herwiha Baydemîr diyar kir ku, ew dixwazin wekî şandeke HDPê li Başûrê Kurdistanê bibin şahidê roja dîrokî ya 25ê Îlonê, lê pêwîst e bingeha vê yekê were avakirin.