Mela Bextiyar: Dewleta Kurdistanê ji welatên cîran re nabe gef
Mela Bextiyar radigihîne, serxwebûna Herêma Kurdistanê ne gef e li ser ti welatekî derdorê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar radigihîne, serxwebûna Herêma Kurdistanê ne gef e li ser ti welatekî derdorê.
Mela Bextiyar ji ajansa “Tesnim” a Îranî re ragihand, referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê kirin û ji bo welatên cîran nabe gef, belkû dibe sedema aramiyê.
Derbarê vekişîna Pêşmerge ji sînorê Kerkûkê de, Mela Bextiyar got: “Em neçûne ser navçeya gel û regerezekî din. Dema Kurkûk kete metirsiyeke mezin, hêza Pêşmerge Kerkûk parast. Kurd li Kerkûkê xwediyê male ye û piştî şerê DAIŞê jî Pêşmerge bi ti awayekî ji wan navçeyên ku parastine venakişe. Ew ê me li Kerkûkê kiriye, cibicîkirina erkê netewî û niştimanî ye.”
Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê dibêje: “Dewleta Iraqê û hin ji şovînismên Iraqê ku dibînin di hemû hilbijartinên li navçeyên Kurdistanî de Kurd yekem in, xwe ji cibicîkirina madeya 140 vedidizin, ji ber ku bendeke wê madê rapirsî ye, ku rapirsî jî bê kirin, piraniya wan dibêjin ew navçe Kurdistanî ne.”