“Parlemento tê aktîvkirin”
Berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed ragihand, biryar e di çend rojên bê de parlementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Ehmed ragihand, biryar e di çend rojên bê de parlementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.
Berdevkê PDKê Mehmûd Ehemd ji K24ê re ragihand, “Paşxistina aktîvkirina parlementoyê ji ber wê yekê bû, da ku hemû alî beşdar. Ligel YNKê me hemû hewlek da, bo Tevgera Goranê û Komela Îslamî beşdar bin. Lê hîna wan biryara xwe nedane.”
Berdevkê PDKê got jî: “Heta niha roja aktîvkirina parlementoyê nehatiye diyarkirin, lê bêgûman di çend rojên bê de tê aktîvkirin.”
Mehmûd Ehmed aşkere kir jî, duh YNKê navê xwe li Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê tomar kir û di çend rojên bê de dest bi bangeşeya referandûmê dike.