Dadgehê serîlêdanên 2 parlementerên HDPê red kirin
Dadgeha Yasaya Bingehîn serîlêdanên 2 parlementerên HDPê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer ên ku mafê parlementeriyê ji destê wan hatibû standin, red kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Yasaya Bingehîn serîlêdanên 2 parlementerên HDPê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer ên ku mafê parlementeriyê ji destê wan hatibû standin, red kirin.
Herdu parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer piştî ku mafê wan a parlementeriyê ji destê wan hate standin, bi hinceta neheqî li wan hatiye kirin serî li Dadageha Yasaya Bingehîn dabûn.
Lijneya Dadgeha Yasaya Bingehîn jî îro serîlêdanên parlementerên HDPê gotûbêj kir û ragihand ku, biryara Parlementoya Tikriyeyê li gor yasayan e û serîlêdanên Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer red kirin.
Di 27ê Tîrmehê de Parlementoya Tirkiyeyê bi hinceta beşdarê rûniştinên parlementoyê nabin mafê parlementeriyê ji destê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezerê standibû.