Tirkiye, Almanyayê bi piştgiriya terorê tometbar dike

Omer Çelîk Wezîrê Tirkiyê bo Karûbarên Yekîtiya Ewropayê dibêje, Almanya rêxistinên terorê yên wek PKK û Cemaeta Gulen diparêze

K24 – Navenda Nûçeyan

Omer Çelîk Wezîrê Tirkiyê bo Karûbarên Yekîtiya Ewropayê dibêje, Almanya rêxistinên terorê yên wek PKK û Cemaeta Gulen diparêze û ev pirs arîşeyeke mezin e û ev helwest, zerer dide hemû Ewropoyê.

Omer Çelîk, bi armanca beşdariya Civîna Nefermî ya Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê çû Estonya û di civîna rojnamegeriyê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Çelîk da xuyakirin, dema DAIŞ li Tirkiyê êriş dike, hemû welatên Ewropa digel Tirkiyê cîh digrin lê heman helwestê di dema êrişên PKK de nabînin.

Da xuyakirin, parastina hin rêxistinên terorê di navbera wan de mijareke girîng e û şûna ku di vê warê de gav bê avêtin, daxuyaniyên rawestandina gotubêjan tê kirin. Daxuyaniyên weha mijarê dikin pêlîstika zarokan û ev nêzîkatî tenê zerer nade Tirkiyê, dide hemû Ewropayê.

Çelîk got, hinek dibêjin, eger Yekîtiya Ewropa pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re qut bike, dê çavê Tirkiyê bitirse, lê ew mezinahiya Tirkiyê nabînin û nêzîkatiyek weha dê encamên mezin bixwe re bîne.