Festîvala Referendûmê ya Londonê di 17ê Îlonê de ye
Festivala piştgiriya referendûmê di 17ê meha Îlonê roja yekşemiyê di navbeyna demjimêr: 12:00 -14:an de li Downing Street, Westminster a Londonê lidar dikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîteya Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê, festivala piştgiriya referendûmê di 17ê meha Îlonê roja yekşemiyê di navbeyna demjimêr: 12:00 -14:an de li Downing Street, Westminster a Londonê lidar dixe.
Komîteya Piştgiriya Referendûmê radighîne ku, referendûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê meha Îlonê lidar dikeve, bîngeha damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye û Kurdên Ingilistanê bi beşdariya xwe di festivalê de, dê piştevaniya xwe bi vê roja dîrokî re bînin ziman.
Daxwaz ji amadevanên festivalê tê kirin, tenê bi Al a Kurdistanê beşdariyê bikin.