Bilgen: Divê rêz li vîna neteweyan bê girtin
Bîlgen dibêje, mafê serxwebûnê mafeke gerdûnî ya hemû gelan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDP Ayhan Bîlgen, piştî zîndaniya 7 mehan hat berdan. Bîlgen dibêje, mafê serxwebûnê mafeke gerdûnî ya hemû gelan e û divê Tirkiye û hemû alî rêz li vê daxwazê bigrin û ji aliyan dixwaze ku kêşe bê rêbazên aştî bên çareserkirin.
Rastiyek bo hemû kesan rastî ye û gerdûnî ye. Vîna tirkên li Qirimê çiqas girîng be, yên netewên deverekê cîhanê çiqas hebe, yên Kurdan jî girîng e û dêvê rêz li vîna Kurdan bê girtin.
Divê em bersiva vê pirsê bigerin ku, li rojhelata navîn şerekî mezintir rû nede. Bo vê, pêwîste, herkes rola xwe bilîze û çi dikeve ser milê bicîh bîne. Nenaskirina referandumê û yan jî wek hinceteke şer bikaranîn, dê agirê gurtir bike. Divê rêz li vîna netewan bê girtin û dest ji siyaseta sitemkarî bê berdan. "